Îranê raguhand ku wê êrîşên hewayî yên li dijî Îsraîlê rawestînin

Hêzên Çekdar ên Îranê ragihand ku operasyonên li dijî Îsraîlê bi dawî bûne. Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan diyar kir ku welatê wî hem li ser maseya muzakereyê û hem jî li qadî hebûna xwe didomîne.

Fermandariya Hêzên Çekdar ên Îranê roja Duşemê ragihand ku êrîşên li dijî Îsraîlê hatine rawestandin. Ev daxuyanî agirbesta di 8’ê Nîsanê de ji aliyê her du welatan ve hatibû ragihandin şûnde rasterast hatin beramberî hev hat dayîn.

Daxuyaniya ku ji hêla hêzên çekdar ve hat weşandin hat diyarkirin ku bombebarana Îsraîlê ya li dijî taxên başûrê Beyrûtê wekî “bersiveke tund” hatiye dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Girêdayî vê yekê radigihînin ku operasyon bi dawî bûye.”

Lê rêveberiya Tehranê hişyarî da ku ger Îsraîl êrîşên nû li dijî Lubnanê pêk bîne ew ê bersivên tundtir bidin.

PEZAŞKIYAN: ME NE QADA ŞER NE JÎ MASEYA MUZAKEREYÊ TERK NEKIR

Serokomarê Îranê Mesûd Pezaşkiyan, piştî ragihandina bidawîbûna operasyonê diyar kir ku welatê wî dev ji hewldanên dîplomatîk bernedaye.

Pezaşkiyan li ser platforma medyaya dîjîtal Xê parvekirinek kir û got, "Parastin û dîplomasî du stûnên bingehîn ên hêza neteweyî ne. Me ne qada şer û ne jî maseya muzakereyê terk kiriye."

TRUMP BANGA AGIRBESTA DEMILDEST KIR

Serokê DYE’yê Donald Trump jî têkildarî pêşketinan daxuyanî da û diyar kir ku Îran û Îsraîl "hewl didin demildest li ser agirbestek li hev bikin.”

Trump di parvekirina li ser platforma Truth Socialê de got, “Muzakereya têkildarî aştiya mayînde didome. Bila nezanî an bêaqilî rê li ber wê negire."

Serokê DYE’yê anî ziman ku Îsraîl û Îran "divê demildest agirbestê ragihînin.” Trump daxuyan ku heta ku lihevkirineke mayînde pêk were wê dorpêç bi hemû bandora xwe bidome.